Hêzên Îsraîlê hedefgirtina avahiyan didomîne 

Di encama topbaran û bombebarana artêşa Îsraîlê ya li dijî Xezayê gelek kes hatin kuştin. Artêşa Îsraîlê hedefgirtina malan û erebeyan didomîne. Ji 7’ê Cotmehê ve hejmara kuştiyan 65 hezar kes derbas kiriye.

Hêzên Îsraîlê hedefgirtina avahiyan didomîne 
22 îlon, 2025   13:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê topbaran û bombebarana li dijî deverên cuda yên Xezayê didomîne. Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) ragihand ku heta niha hejmara kuştiyan 65 hezar derbas kiriye.

Heman ajansê diyar kir ku balafirên Îsraîlê li kolana El Mexribî ya li taxa El Bisêra ya li başûrê Xezayê, malek bombebaran kir. Di encamê de hejmarek kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Li rojhilatê bajarokê El Zewadiye yê li naverasta Xezayê erebeyek hate bombebarankirin. Di encamê de zarokak hate kuştin û hin kes birîndar bûn.

Li gorî şahidên bûyerê hejmarek welatiyên sivîl hîn di hundirê avahiya Tel El Hewa ya li bajarê Xezayê de di bin bermahiyan de asê mane. Topbaran û bombebaran hîn jî dewam dike. Ev çend roj e artêşa Îsraîlê avahiyên pirtebeqe diteqîne.

Li gorî WAFA’yê hejmara qurbaniyan ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve 65 hezar û 283 e. Piraniya wan jin û zarok in. 166 hezar û 575 kes jî birîndar bûne. Tê diyarkirin ku hejmar zêde bibe, ji ber ku hejmarek kes di bin bermahiyan de asê mane û êriş dewam dikin.

(dc)