Serokê Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê li Moskovê ye

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê Mihemed Îslemî ji bo hevdîtin û îmzekirina peymanên hevkariya nukleerî ya aştiyane bi Rûsyayê re serdana Moskovê dike.

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê li Moskovê ye
22 îlon, 2025   13:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Rûsyayê ku agahiyên xwe dispêre balyozxaneya Îranê, serokê Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê Mihemed Îslemî, ji bo hevdîtinan li Moskovê ye.

Duh jî Ajansa Nûçeyan a Îranê (IRNA) ku agahiyên xwe spartibû balyozê Îranê yê li Rûsyayê, Mehdî Sanaei ragihandibû ku  Salihî dê serdana Moskovê bike da ku bi serokê Ajansa Enerjiya Atomî ya Rûsyayê Sergei Kirienko re bicive.

Salihî gotibû: " Îran û Rûsya di avakirina santrala nukleerî ya Buşehrê ya 1000 megawatt de, ku niha bi tora elektrîkê ya Îranê ve girêdayî ye, xwedî ezmûn in.

Serdana Salihî ya li Moskovê dê rojekê dewam bike. Di serdanê de peymanên pêşxistina tevkariyê di aliyê enerjiya atomî ya aştiyane de werin îmzekirin.

(bb)