Hêzên Îsraîlê ciwanek li gundewarê Quneyterayê girt

Hêzên Îsraîlê ket gundewarên Dera û Quneyterayê û ciwanek girt.

Hêzên Îsraîlê ciwanek li gundewarê Quneyterayê girt
27 tîrmeh, 2026   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku hêzeke Îsraîlê ji 7 erebeyan pêk dihat, duh derengî şevê ket devera navbera gundên Abidîn û Marya yên herêma Hewza Yermûkê ya rojavayê Derayê.

Çavkaniyan dane zanîn ku yekînayea Îsraîlê li gundê Arîdayê bi ser malan de girt, lê tu kes bin çav nekirin. Di heman demê de balafirên keşfê li ser herêmê digeriyan.

Li gor çavkaniyan, hêza Îsraîlê piştî demekê ji herêmê vekişiya û ciwanan rêya gundên Abidîn-Mariya û Arîdayê bi keviran girtin da ku li ber derbasbûneke din a hêzên Îsraîlê bigirin.

Hate zanîn ku hêzên Îsraîlê berbanga îro ketin gundê Terencê yê bakurê Quneyterayê û di serdegirtinê de û ciwanek binçav kir.

(bb)