Rêvebera Sine Jin Rojava: Pêşxistina jinan armanca me ya yekemîn e

Rêvebera Sine Jin Rojava Şerda Osman diyar kir ku armanca wan ji beşdariya Konferansa Sînemaya Rojava ew e ku sînemaya jinan hîn bêtir bidin nasîn û pêş bixin. Her wiha got hewldanên wan ên çêkirina fîlmên ku balê dikişînin ser çîrokên jinan, pirsgirêkên wan çareser bikin dewam dikin.

Rêvebera Sine Jin Rojava: Pêşxistina jinan armanca me ya yekemîn e
27 tîrmeh, 2026   11:04
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

24, 25 û 26‘ê Tîrmehê Konferansa Yekemîn a Sînemaya Rojava li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin. Di konferansê de ku hejmarek sînemager, lîstikvan, kamervan û çalakvanên qada sînemayê amade bûn,  rewşa sînemaya Rojava û rêbazên pêşxistinê hatin nîqaşkirin.

Têkildarî rewşa sînemaya jinan û asta beşdariya wê di vî warî de, kamerevan û endama Rêveberiya Sine Jin Rojava Şerda Osman ji ajansa me re axivî.

Şerda Osman diyar kir ku yekemîn care konferansek têkildarî sînemayê li Rojava çêdibe û got: "Beşdarên konferansê dosyayên girîng wekî têgîna sînemaya Kurdî û nasnameya wê, têkiliya sînemayê bi civakê re, hebûna jin û rola wê di sînemayê de nîqaş kirin. Çalakiyên konferansê di encama nîqaşan de bi encamnameyekê bi dawî bû."

Şerda Osman da zanîn ku beşdariya jinan di konferansê de li ser esasê nasandina sînemaya jinan, berhem û çîrokên wan de pêk hat û diyar kir ku ev gav di demeke de hat avêtin ku xebatên avakirina yekitiyeke sînemegeran di nav de jî beşeke jinan tê kirin.

Şerda di dewama axaftina xwe de bal kişand ser Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Nûjiyan ku ji hêla sînemegerên jin û derhênerên ji hundir û derveyî welat ve di 25`ê Gulanê 2025`an dest pê kiribû û 8 rojan dom kir û got:  "Niha jî me dest bi avêtina gava yekemîn ji bo beşdariya jinan di xebatên hunerî de kiriye."

Şerda Osman destnîşan kir ku jinan di sînemeya giştî û ya teybet bi awayeke çalak tevgeriyan ev li gotinên xwe zêde kir: "Di beşa sînema ya Peymangeha Bilind a Hunerê ya girêdayî Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn a li bajarê Hesekê de perwerdeyên profesyonel dîtine. Niha jî em di warê prodeksyon û fêrkirinê de dixebitin. Her wiha di nivîsandina fîlman, derhênerî, lîstikvanî û sazkirina muzîkê de cih digirin. Ev hemû hebûna jinan û rola wan a çalak di sînemayê de nîşan dide."

Der barê berhemên Sine Jin Rojava de Şerda ev yek anî ziman: “Me di berhemên xwe de cih daye rola jinan di çanda Kurdî de. Lê heta niha fîlmeke ku bi awayeke giştî balê bikişîne ser pirsgirêkên jinan nehatiye çêkirin. Lê em li ser vê yekê dixebitin. Tevî zehmetiyên ku em di vegotina çîrokên jinan û danîna rolên sereke yên lîstikvaniyê bo jinan dibînin jî, lê em hewl didin pirsgirkên civakê nîşan bidin û bi rêya sînemayê çareser bikin."

Şerda Osman bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em bi hêvî ne ev konferans bibe jêderek ji bo danîna plansaziya kar û destpêkirina projeyên mezin ên sînemayê, her wiha hemû sînemeger di tîmekê de fîlmên têkildarî çîrokên Rojava çêbikin ku bibin mijarên fîlman."

Sînameya Jinan a Rojava (Sine Jin Rojava)  ya girêdayî Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn destpêka 2023`an bi armanca perwerdekirina jinên ciwan li ser  hunera sînemayê ûpêşxistina rola di hemû beşên sînemayê de hat damezrandin.

(sb)

ANHA