Hêzên hikumetê 2 şêniyên Qamişloyê destgîr kirin

Hêzên hikumeta veguhêz 2 şêniyên Qamişloyê destgîr kirine. Ji 20’ê Kanûnê ve agahî ji wan nayên girtin.

Hêzên hikumetê 2 şêniyên Qamişloyê destgîr kirin
22 kanûn, 2025   14:01
QAMIŞLO

Hêzên hikumeta veguhêz Hemîd Selman Mehmûd û Şêxmûs Feysel Xelîl ên ji bajarê Qamişloyê, li Tedmurê destgîr kirine.

Li gorî agahiyên ku ajansa me ji malbatên her du kesan wergirtine; Hemîd Selman Mehmûd ji gundê Elî Fero ye, sala 1982’yan de ji dayik bûye. Li bajarê Qamişloyê dimîne û 2 keçên wî hene. Şêxmûs Feysel Xelîl jî ji gundê Navkurê yê Qamişloyê ye, 35 salî ye û 5 zarokên wî hene.

Li gorî agahiyan, Hemîd û Şêxmûs ku nêçîrvan û bazirganên sewalan in, 17’ê Kanûnê çûbûn Tedmûrê da ku nêçîrvaniya kîvroşkên kovî bikin û kûçikên salukî nîşanî 2 hevalên xwe yên bazirganên sewalan ên ji Siûdî û Urdunê bikin.

Malbatan diyar kir ku Hemîd û Şêxmûs roja Şemiyê 20’ê Kanûnê saet 11.30’an ji aliyê berpirsekî leşkerî yê hikumeta veguhêz bi navê Ebû Hacir ve hatin destgîrkirin û sewqî qereqola Tedmurê hatin kirin.

Li gorî agahiyên ku malbatan dane, nêçîrvanekî urdunî û yekî ji Kendavê ku bi Hemîd û Şêxmûs re bûn, hatin destgîrkirin, piştre hatin berdan, lê Hemîd û Şêxmûs heya niha nehatine berdan û agahî ji wan nayê wergirtin.

(b)