Wezîrên dewleta Tirk li Şamê ne

Wezîrê karên derve Hakan Fîdan û wezîrê parastinê Yaşar Guler ên dewleta Tirk li Şamê ne. Wezîrên dewleta Tirk dê bi wezîrê karên derve û yê parastinê yên hikumeta veguhêz û serokê wê Ehmed El Şara re hevdîtinê bikin.

Wezîrên dewleta Tirk li Şamê ne
22 kanûn, 2025   14:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Tirk Hakan Fîdan, wezîrê parastinê Yaşar Guler û serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin ji aliyê wezîrê karên derve yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Esad Şeybanî, wezîrê parastinê Murhef Ebû Kasra û serokê Îstîxbarata Giştî Huseyîn El Seleme ve li Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê hatin pêşwazîkirin.

Di serdanê de dê rewşa giştî ya têkiliyên Tirkiye-Sûriyeyê yên piştî hilweşîna rejîma Esad bê nirxandin.

Di rojeva hevdîtinan de pêvajoya bicihanîna peymana 10’ê Adarê jî heye ku di navbera rêveberiya Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de hatiye îmzekirin.

Dema serdanê balkêş e ku dewleta Tirk bi hinceta “ewlekariya neteweyî” gefên xwe yên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kiriyn.

Her wiha li gorî Wezareta Karên Derve ya dewleta Tirk di hevdîtinê de “rîskên ewlekariyê” yên têkildarî Îsraîlê û tevlêbûna Şamê ya li Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê jî dê bêne nirxandin.