Yekîneyeke artêşa Îsraîlê ket gundewarên Derayê

Dewriyeyeke leşkerî ya Îsraîlê ket gundewarên rojavayê Derayê û bendeke kontrolê danî.

Yekîneyeke artêşa Îsraîlê ket gundewarên Derayê
22 kanûn, 2025   14:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewriyeyeke hêzên Îsraîlê ku ji 2 erebeyên leşkerî pêk dihat, vê sibehê ket herêma navbera gundên Meriya û Abdîn ên rojavayê Derayê. Yekîneyê li nêzî xala El Meqsem bendeke demkî ya kontrolê danî.

Çavkaniyan da zanîn ku dewriyeyê di saetên destpêkê yên vê sibehê çûn û hatine şêniyan asteng kirin, piştre vegeriya baregehên xwe.

(b)