Hêzên hikumeta Şamê ji Hemayê vekişiyan

Hêzên hikumeta Şamê ragihand ku ji bajarê Hemayê vekişiyane.

Hêzên hikumeta Şamê ji Hemayê vekişiyan
5 kanûn, 2024   16:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Artêş û Hêzên Çekdar ên hikumeta Şamê bi daxuyaniyekê vekişandina xwe ji bajarê Hemayê ragihand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo parastina sivîlên me yên li bajarê Hemayê yekîneyên leşkerî yê li bajêr xwe li derveyî bajêr ji nû ve bi cih kirin."

Bi vê yekê bajarê Hemayê jî dikeve bin kontrola Heyet Tehrîr El Şam.

(bb)