Gelê Reqeyê 3 şehîdên xwe bi girseyî oxir kirin

3 şervanên QSDˈ yên li Helebê şehîd bibûn bi merasîman hatin oxirkirin.

5 kanûn, 2024   17:26
REQA

Bi sedan şêniyên kantona Reqayê cenazeyên şervanên QSDˈê Mihemed Emîn El Xedban û Eymen Ewad El Ayîd bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîdan a li bajarê Keramê yê li rojhilatê Reqayê veşartin.

Merasîm bi torana leşkerî û deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre li ser navê QSDˈê endama Meclisa Leşkerî ya Reqayê Rîma El Elî axivî. Rîm got: "Şehîdên me sembola rûmeta me ne. Em serî natewînin, em teslîm nabin. Em ê terorê têk bibin û herêmên xwe rizgar bikin."

Hevserokê Desteya Kar û Barên Şehîdan û Gaziyên Şer a Kantona Reqayê Îbrahîm El Hemûd jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Şehîd pêşengên me yên manewî ne. Em ê heya bidestxistina serkeftin û azadiyê şopedarên rêya wan bin."

Piştre wesîqeyên şehadetê ya herdu şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyên şehîdan bi dirûşmên "Bi can bi xwîn em bi te re ne şehîd" hatin veşartin.

Şehîd Xalid Mihemed El Hemûd jî bi merasîmeke bi taybet ji aliyê sedan kesî ve li Pakrewangeha Şehîdan li bajarokê Hikumiyê yê bakurê kantona Reqayê hat oxirkirin.

Şervanên QSDˈê Mihemed Emîn El Xedban, Xalid Mihemed El Hemûd û Eymen Ewad El Ayîd dema erkên xwe bi cih dianîn di dîrokên cuda de li Helebê şehîd bûne.

(bb)

ANHA