Hêzên ewlekariyê yên hikumeta demkî ciwanekî Kurd destgîr kir

Endamên Ewlekariya Giştî ya hikumeta demkî piştî ku di telefona ciwanekî de sembolên kurdî dîtin, ew li bendeke kontrolê ya li Reqayê destgîr kir.

Hêzên ewlekariyê yên hikumeta demkî ciwanekî Kurd destgîr kir
18 tîrmeh, 2026   12:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku endamên Ewlekariya Giştî ya girêdayî Wezareta Karên Hundir a hikumeta demkî îro berbanga sibehê li ser benda kontrolê ya El Hemzat a li bajarê Reqayê ciwanekî Kurd destgîr kir.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane, ew ciwan bi navê Şêx Mûsa (30) tê naskirin, ji gundê Meydana yê navçeya Raco ya Efrînê ye. Ew di otobusê de dema ku ji Helebê berê xwe dide bajarê Hesekê, tê destgîrkirin.

Hat diyarkirin ku piştî çavdêriya li ser telefona wî û dîtina wêneyên sembolên kurdî, ew hate destgîrkirin. Şêx Mûsa sewqî navendeke ewlekariya giştî ya li Reqayê hatiye kirin.

(sb)