Rewşa mirovî li Kobanê xirabtir dibe, deriyê sînor ji bo alîkariyê girtî ye

Rewşa mirovî li bajarê Kobanê ku ev 13 roj e di bin dorpêçê de ye, xirabtir dibe. Zêdetirî 600 hezar kes di bin dorpêçeke dijwar de dijîn.  Xwarin û derman kêm in û desthilata Tirkiyeyê rê nadin ku deriyê sînor ji bo alîkariya mirovî were vekirin.

Rewşa mirovî li Kobanê xirabtir dibe, deriyê sînor ji bo alîkariyê girtî ye
31 ÇILE, 2026   13:47
KOBANÊ

Zêdetirî 500 hezar şêniyên Kobanê Kobaniyê, 13 roj e di bin dorpêçeke dijwar de dijîn. Kombûna dermanan jiyana nexweşên penceşêr û dil dixe xetereyê.

Zarok, kal û pîr ji ber sermaya dijwar û nebûna pêdiviyên bingehîn di xetereya nexweşiyê de ne.

Nûçegihanê me li Kobanê radigihîne ku nanpêjxaneyên bajêr dixebitin da ku nan peyda bikin, lê ji ber kêmbûna sotemeniyê û ard, metrisî heye ku firin were rawestandin, eger dorpêç berdewam bike.

Ji ber ku rê girtî ne û cotkar nikarin bigihêjin zeviyên çandiniyê, li sûka bajar sebeze jî kêm bûye. Xwarinên din jî hêdî hêdî li dikanan û bazarên bajêr xilas dibin.

Li gel van şert û mercan, şêniyan biryardariya xwe ya berxwedan û parastina taxên xwe nîşan dan.

Saziyên xwecih û rêxistinên mirovî yên li bajêr bi qasî ku ji destê wan tê piştgiriyê didin kesên koçber, wan li dibistan, mizgeft û malan bi cih dikin û pêdiviyên bingehîn ji wan re peyda dikin.

Li gel peymana agirbestê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikumeta demkî de, dorpêç hîn jî berdewam dike.

Li aliyekî din desthilata Tirkiyeyê heta niha rê nade ku deriyê sînor ê bi Kobanê re were vekirin da ku alîkariyên mirovî yên ji Bakurê Kurdistanê derbasî Kobanê bibin.

(k)