Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Angaştên revîna çeteyên DAIŞ’ê ne rast in

Hêzên Ewlekariya Hundirîn da daxuyand ku angaştên têkildarî revîna çeteyên DAIŞ’ê ji girtîgeha Dêrikê, ne rast in û da zanîn ku 11 bersûc ji navendeke girtina demkî reviyabûn ku 10 ji wan dîsa  hatine destgîrkirin. 

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Angaştên revîna çeteyên DAIŞ’ê ne rast in
25 hezîran, 2026   13:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn- Parêzgeha Hesekê têkildarî angaştên revîna çeteyên DAIŞ’ê ji girtîgeha Dêrikê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Di van rojên dawîn de, hin rûpel û malperên tora civakî agahiyên nedurist belav kirine ku tê de tê gotin “komeke girtiyên girêdayî rêxistina terorîst a DAIŞ’ê ji girtîgeha li navçeya Dêrik reviyane.

Em Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi awayekî piştrast diyar dikin ku ev agahî bi tevahî ne durist e û tu bingehekî wî ya xwe dispêre rastiyê tune ye.”

‘BÛYER LI NAVENDEKE GIRTINA DEMKÎ QEWIMÎ’

Girtîgeha ku navê wê tê gotin ne ji bo girtîyên rêxistina terorîst a DAIŞ hatiye tayînkirin. Bûyera ku qewimî di navendeke girtina demkî de bû ku tê de kesên li ser dozên cuda hatibûn girtin û piraniya wan bi sûcên cur bi cur têne tawanbarkirin.

11 kesên girtî ji navenda girtina demkî reviyan. Di cih de hêzên me hatin û ketin liv û tevgerê û her wiha bi biryardariyeke bilind bersiv da bûyerê.

JI 11 KESÊN REVIYAYÎ 10 DÎSA HATIN GIRTIN

Hêzên me karîbûn 10 ji wan kesên reviyayî dîsa bigirin, lê lêgerîn û lêkolîn bi awayekî berdewam û tund ji bo girtina kesê yanzdehemîn û dawîn dewam dike.”

Di dawiyê de ev bang hate kirin: “Her wiha em piştrast dikin ku hêzên me di rewşeke amadebûn û seferberiya tam de ne ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê. Em bang li hemû welatiyan û medyayê dikin ku di weşandina agahiyan de hişyar bin, tenê li çavkaniyên fermî binêrin û li dû gotegotan û propagandayên ku armanca wan têkbirina aramiya herêmê ye, neçin.”