Li Helebê banek hilweşiya: 4 kes birîndar bûn, kesek asê maye

Li herêma Şiqêf a bakurê taxa Şêxmeqsûdê banê depoyekê ket. Di encamê de 4 kes birîndar bûn û kesek di bin enqazan de asê mayê.

Li Helebê banek hilweşiya: 4 kes birîndar bûn, kesek asê maye
25 hezîran, 2026   13:24
NAVENDA NÛÇEUYAN

Li herêma Şiqêf a pîşesaziyê ya li bakurê taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê, di dema xebatên tamîrkirinê de banê depoyekê hilweşiya. Di encamê de 4 kes birîndar bûn û kesek di binê enqazan de asê maye.

Tîmên parastina sivîl tavilê berê xwe da cihê bûyerê, birîndar derman kirin û lêgerîna li kesê asêmayî didomînin.

Di 6‘ê Adara îsal de jî li taxa Eşrefiyê ya Helebê avahiyeke 5 qat hilweşiyabû û di encamê de 12 kes miribûn.

(bb)