Hêzên amerîkî hêzên xwe ji 2 baregehan li Iraqê vedikişîne 

Amerîka hêzên xwe ji baregehên leşkerî yên di nav xaka Iraqê de, derdixe û wan ji Hewlêr û welatên cîranê Iraqê re vediguhêzîne.

Hêzên amerîkî hêzên xwe ji 2 baregehan li Iraqê vedikişîne 
24 tebax, 2025   20:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medya Iraqê Amerîka hemû hêzên xwe yên leşkerî ji baregeha Eyn Esed û Vîktorya yên li Iraqê ji bo Hewlêr û welatên din yên Ereb ên cîranê Iraqê vediguhêze.

Hate gotin ku rayedarên Amerîkayê ji Hikumeta Iraqê re gotine ku ew ê hêzên xwe bi lez û bez ji nav xaka Iraqê derxin.

Hêjayî gotinê ye ku biryara Amerîka di demeke wiha de tê girtin ku rojane rayedarên Amerîka û Îsraîlê gefa êrişan li komên çekdar ên ser bi Heşdî Şeebî dixwin.

Tê gotin wê di rojên pêş de şandeyeke leşkerî û siyasî ya Amerîkayê serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike. Li gorî medya Iraqê wê şande bi rayedarên Iraq û Herêma Kurdistanê re behsa vekişîn û qanûna Heşdî Şeebî bikin.

Beriya niha rayedarên Iraqê gotibûn ku Amerîka dê di meha Îlona îsal de hêzên xwe ji nav xaka Iraqê derxin û li Hewlêr, Urdun û Kiwêtê bi cih bikin.

Li gorî lihevkirina Iraq û Amerîka, pêwîst bû Amerîka hêzên xwe di meha Îlona îsal de vekişandiba, lê Amerîka van rojan biryar da ku bi lez û bez hêzên xwe ji Iraqê derxe.

(şx)