Têkoşer Salih Îbrahîm koça dawî kir

Li bajarokê Mistefawiye yê bajarê Girkê Legê têkoşer Salih Îbrahîm Hemo di encama nexweşiyê de wefat kir.

Têkoşer Salih Îbrahîm koça dawî kir
24 tebax, 2025   20:35
QAMIŞLO

Li bajarokê Mistefawiye yê bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê, têkoşer Salih Îbrahîm Hemo ji ber nexweşiyê di 90 saliyê de wefat kir. Salih Îbrahîm bavê gerîlayê Hêzên Parastina Gel (HPG) Îsmaîl Hemo ye.

Têkoşer Hemo sala 1935`an li Mistefawiye ji dayîk bûye. Bi helwestên xwe yên nîştimanî û dilsoziya xwe bi dozên gelê re xwe, tê naskirin. Di salên 90`î de bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye. Wê hevdîtinê bandor li xebatên wî yên siyasî û civakî kiriye.

Têkoşer Hemo di nava derdora xwe de navdar bû, her tim wefedarê nirxên têkoşînê û azadiyê bû. Çaverê ye ku cenazeyê wî li goristana Mistefawiye îro bi girseyî were oxirkirin.

(şx)