Êlên Bû Kemalê: Armanca hikumeta Şamê û dewleta Tirk têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e
Berdevkê fermî yê Meclisa Rûspiyan a Bû Kemalê Selam El Selman got êrişa hêzên hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker yek e, her du dixwazin Rêveberiya Xweser têk bibin.
Hêzên hikumeta Şamê û çekdarên "Dîfa Wetenî" bi çekên giran êrişî bajarokê Zîban, Şihêl, Tiyane, Derinc, Ebû Herdûb, Ebû Hemam, El Latwa, Xiranîc, Sebha û Dehle yên rojhilatê Dêrazorê kiribû.
Şêniyên kantona Dêrazorê û rûspiyên wê ev êriş şermezar kirin û wek hewldaneke ji bo vejandina çeteyên DAIŞ`ê û derxistina fitneyê di navbera êlan û pêkhateyan de bi nav kirin.
Berdevkê Meclisa Rûspiyan a Bû Kemalê Selam El Selman têkildarî mijarê got: "Bi piştgiriya milîsên li rojavayê Firatê û hin milîsên din, êriş kantonê hate kirin. Armanc, têkbirina ewlehiya herêmê û aboriya wê ye."
El Selman diyar kir ku di êrişê de, sivîl, quta wan, stasyonên ava vexwarinê, hatin hedefgirtin û diyar kir ku armanca êrişan koçberkirina şêniyan û têkbirina ewlehiya kantonê ye.
El Selman baldarî û hişyarbûna gel silav kir ku piştgiriya hêzên leşkerî û ewlehiyê kirin û ewlehiya herêmê parastin.
Her wiha El Selman êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê bi êrişên hêzên hikumeta Şamê ve girêdayî ye û got: "Hewldanên her duyan, dê DAIŞ`ê li herêmê vejînin."
El Selman bang li civata navneteweyî kir ku di dîtina çareseriya siyasî de ji vê cidîtir be ji bo ku rê lipêşiya kuştin, koçberî û wêraniyê bê girtin.
Di dawiyê de El Selamn bang li cîhanê û Meclisa Ewlehiyê kir ku rê li pêşiya dewletan bigirin ên ku dixwaze rewşa li Rojhilata Navîn aloztir bikin û terorê vejînin ji bo ku berjewendiyên xwe yên siyasî pêk bînin.
(şx)
ANHA