Li Kobanê qeza: 4 kes birîndar bûn

Li Kobanê 2 erebe û motorsîklêtek li hev qelibîn û di encamê de 4 kes birîndar bûn. Birîndar li Nexweşxaneya Emel a Kobanê têne dermankirin.

Li Kobanê qeza: 4 kes birîndar bûn
14 tebax 2024   12:47
KOBANÊ

Li başûrê bajarê Kobanê 2 erebe û motorsîklêtek li hev qelibîn û di encamê de 4 kes birîndar bûn.

Li gorî şahidan, qeza li çerxerêya gundê Cem Heran ê Kobanê rû daye û her du erebe tevî mostorsîkletê bi temamî wêran bûne.

Li gorî qeydên Nexweşxaneya Emel, navên birîndaran wiha ne; Farqo Hebeş (57), Basil Hebeş (22), Mihemed Cinêd (30) û Ehmed Şehnê (40).

Rêveberiya nexweşxaneyê diyar kir ku rewşa birîndaran baş e.

(şx)