Komek ciwanên Kurd û Enternasyonalîst tevlî nava refên gerîla bûn

Komek ji ciwanên Kurd û Enternasyonalîst di salvegera 40’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê de beşdarî nava refên gerîla bûn.

Komek ciwanên Kurd û Enternasyonalîst tevlî nava refên gerîla bûn
14 tebax 2024   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Komek ji ciwanên Kurd û Enternasyonalîst ku demeke perwerde didîtin, bi merasîmekê soz dan û tevlî nava refên gerîla bûn.

Merasîm di salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê rast hat. Ciwanên Kurd, Ereb û neteweyên cuda piştî merasîmê daxuyaniyek dan.

Gerîlayên nû Pêngava 15’ê Tebaxê di salvegera 40’emîn de li Rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd ê welatparêz pîroz kirin û gotin: “Bi gava ku di 15’ê Tebaxê de bi rêbertiya Rêber Apo û pêşengiya fermandarê efsanewî hevrê Egîd de hate avêtin.

Koma ji ciwanên Kurd û Enternasyonalîst ragihand ku Rêber Abdullah Ocalan bi vê gavê li ser bingeha îdeolojîk tola bi hezaran salan hilanî û got: “Yanî di 15’ê Tebaxê de toleke mezin hate hilanîn.”

Gerîlayan diyar kirin ku 15’ê Tebaxê di heman demê de derb li mejiyê bi serweriya mêr hate xistin, bi Sara, Bêrîtan û Zîlanan temsîliyeta we dît û gotin: “Partiya me PKK beriya, partiyeke jinê ye. Ji ber vê jî jin ên ciwan divê xwedî li Rêber Apo û PKK’ê derkevin û berê xwe bidin çiyayên azad.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Em weke komek ji jin û mêr ên Kurd û enternasyonalîst ji bo bicihanîna vê wezîfeya pîroz hatin çiyayên Kurdistanê û di salvegera 40’emîn a Vejînê de perwerdeya xwe temam kirin û beşdarî refên gerîla bûn.

Banga me li hemû ciwanên Kurdistanê û cîhanê ye; tevlî nava têkoşîna azadiyê bibin.”