YJA Star: Em ê bi ruhê fermandar Egîd û xwedawend Zîlan 15'ê Tebaxê pêşwazî bikin

Fermandariya YJA Starê ragihand, ku wê bi şêwaz û hêza fermandar Egîd û ruhê xwedawend Zîlan 15'ê Tebaxê bi çalakiyên tolhildanê pêşwazî bikin û got, "Em ê bi mezinkirina têkoşînê, siberoja bi rengê şoreşa demokratîk diyarî gelan bikin."

YJA Star: Em ê bi ruhê fermandar Egîd û xwedawend Zîlan 15'ê Tebaxê pêşwazî bikin
14 tebax 2024   11:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya salvegera 40'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

“Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, "Salvegera 40’mîn a 15ê Tebaxê ku ji bo gelê Kurd û tevahî pêkhateya Kurdistanê bûye cejna vejînê û hêviya jiyanek azad mezin kiriye, em pîroz dikin. Di şexsê fermandar Egîd (Mahsum Korkmaz) de, em bejna xwe li hember lehengiya hemû şehîdên vê pêngava dîrokî ditewînin, bi minetdarî wan bi bîr tînin."

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê destnîşan kir ku Pêngava 15'ê Tebaxê lawaziya pergala dagirker a li hemberî îradeya gelê azadîxwaz danî holê û heya îro bi heman mîrasî, bi heman rihî ew lawazî bi zelalî tê deşîfrekirin.

'15'Ê TEBAXÊ NÎŞAN DA KU AZADIYA NETEWEYÎ BÊYÎ ŞEREKÎ MEZIN PÊK NAYÊ'

Di tarîtiya şeva 15'ê Tebaxê de, hevrê Egîd bi komeke hevalan perdeya bêdengiya bi ser Kurdistanê de hatibû vegirtin, bi çirûska guleya yekemîn qetandin, roniya azadiyê belavî Kurdistanê kirin, dengê têkoşîna azadiya Apoyî gihandin guhê her kesî. Hêza rêxistinkirî ya gelê Kurd dane hisandin û naskirin. Dengê guleyan wê şevê ji dost û dijminan re gelek tiştan vedibêje. Gelê Kurd ji xewa bêdengiyê hişyar dike û dibêje: 'Azadiya neteweyî bêyî şerekî mezin pêk nayê'. Ji dijiminê gelê Kurd re jî dibêje; 'Êdî Kurdistan wê ne Kurdistana berê be, xelekên zilmê ya li ser vî gelî hate qetandin û ji bo meşandina têkoşîna jiyaneke azad kes nema dikare wan bigre'.

Çalakvanên vê pêngava dîrokî, di pêşengtiya Fermandar Egîd de, dema bi ser baregehên dagirkeriyê de girtin, ji bo kêliyekê jî dudil nebûn. Bi rihekî fetihkar hedefan bi dest dixin û yekemîn çalakiya di têkoşîna çekdarî de bi serketinê tacîdar dikin. Afrîneriya di takîtîka şer de her wiha xwe bi rihê zaferê re kilîd kirin, xwe di wê pêngavê de dide pêş. Bi vî mîrasî gelek salên bi şerên giran hatine derbas kirin, gelek destketî û ezmûnên giranbiha hatine qezenc kirin. Pisporiya di huner û çanda leşkerî de, ya ku îro hêzên gerîlayên Kurdistanê pê têne nasîn, ji rihê pêngava 15'ê Tebaxê ye.

Gora ji betonê ku li ser wê ‘Kurdistana binaxkirî’ dihate nivîsandin bi olana guleya 15'ê Tebaxê di wê şevê de ji hev hate qelaştin û hilweşiya. Lewra serketina ku vê çalakiya dîrokî bi xwe re anî, şaxên baweriya bi têkoşîna azadiyê di dilê Kurdistaniyan de şîn kir. Weke gelê vê xakê yê herî kevnar careke din nasnameya xwe hembêz kirin û ji bo parastina wê ezma berxwedanê qayimtir kirin.

15'ê Tebaxê ew bingeh danî ku îro dema bi şerê herî dijwar jinûve dîzayna xaka Rojhilata Navîn tê çêkirin, gelê Kurd bi têkoşîna xwe ya resen di nava vê xakê de bi awayekî diyarker û xwedî maf cih digire û tê nasîn.

'BI HÊZA 15'Ê TEBAXÊ JINÊN KURD HER ROJ DERBÊN GIRAN LI MEJIYÊ SERDEST DIXIN'

Lewra ev pêngav di dîroka Kurdistanê de, pêngaveke ku hempayê xwe tune ye, xwedî wateyeke dîrokî ye û bingehê hemû pêngavên têkoşîna me ya 40 salî ye. Roja îro li seranserî çiyayên Kurdistanê, bi heman rihê ji zaferê û ezmûna têkoşîna 40 salî re gerîla şerekî dîrokî dike. Rojane li taktîkên xwe afrîneriyê û dewlemendiyê zêde dike, hêza şerê xwe mezin dike, vê hêzê şerê ser erd û bin erd û asîmanan de belav dike û encamên bi bandor digre. Ev hemû di bin hêmanên rihê 15'ê Tebaxê bi qasî ku ji bo tevahiya gelê Kurd bû henaseya jiyaneke nû, bi taybet ji bo jina Kurd jî, bû pêngava avêtina bingehekî jiyan û têkoşîneke nû.  Bi hêza 15'ê Tebaxê heya roja îro jî bi heman ezim û azweriyê jina Kurd derbên herî giran li zihniyeta serdest dixîne. Di vê bingehê de artêşa azadiya jinan roja me ya îro de jî li her qadê beramberî desthilatê şerê herî çalak dide meşandin, xwedî artêşeke xwesere ku weke wê mînak tine li cihanê. Artêşa Starê ku bi rihê 15'ê Tebaxê ve şer dike, îro bûye hêviya serdemê ya jinên cîhanê.

'BI RUHÊ 15'Ê TEBAXÊ EM Ê SIBEROJA BI RENGÊ ŞOREŞA DEMOKRATÎK DIYARÎ GELAN BIKIN'

pêngava 15'ê Tebaxê, ji bo tevahiya civaka Kurdistan bû mamosteyek zanista xweparastinê, her wiha ji bo tevahiya hêzên gerîla jî bû pîvana çalakiya serketî. Lewma, şerê me yê îro ku di bingeha Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk de bi taktîk û şêwazên herî afrîner, tê meşandin. Lewra dewleta Tirk û piştgirên xwe ruxmê hemû hevkariyên qirêj ên li ser paşeroja gelê me jî, ne bi artêşên xwe yê teknolojiya modern ve, ne jî bi rêka bikaranîna Kurdên xwefiroş û noker ve, nikarin têkoşîna ku bi rihê 15'ê Tebaxê hatî avdan ziwa bikin. Îro ji Serhed heta Botanê, ji Zap heta Metîna, Xakurkê û Heftanînê di oxira serxistina vî şerî de bi sedan jin û xortên egîd li ser vê rêkê giyanên xwe feda dikin, bi rihên xwe yên fedayî hêviya paşeroja azad ji bo hemû gelên heremê dihûnîn. Di oxira parastina nirx û hebûna gelê Kurd de serî de li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê şerekî hêjayî vegotinên bêdawî tê kirin. Lê em wek hêzên YJA Star bi mebesta vê rojê ve carekî din dibêjin ku her bihosteke xaka me ya ku bi destê dagirkeran tên şewitandin, bi nokeriya Kurdên xayîn ên PDK’ê ve tê firotin, jin û gelê me yên ku di rêçên koçberiyê êşên herî mezin re rûbirû tên ji bo me sedema tolhildanê ya herî mezin e. Em ê bi şêwaz û hêza Fermandar Egîd, bi ruhê Xwedawanda azadiyê Zîlan ve vejîna 15'ê Tebaxê bi çalakiyên xwe yên tolhilgir pêşwazî bikin.

Weke hevrê û şervanên pakrewanên pêngava 15'ê Tebaxê, em ê hêjayî egîdiya wan bibin. Her wiha bi mezinkirina têkoşîn û şerê xwe re em ê siberoja ku bi rengê şoreşeke demokratîk hatî ava kirin ji bo hemû gelên bindest bikin diyarî. Heya ku Rêber Apo fîzîkî bê azadkirin, em ê nûbûn û afirîneriyê di şerê xwe de dewam bikin. Em careke din cejna vejînê û cejna me ya gerîla li Rêber Apo, li pakrewanên şoreşa  Kurdistanê,  jin û gelên azadixwaz re pîroz dikin."