Ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê da

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan ji bo bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike, serî li Wezareta Dadê da.

Ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê da
14 tebax 2024   12:05
NAVENDA NÛÇEAYN

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan ji bo bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike, serî li Wezareta Dadê da. 

Di daxwaznameya Omer Ocalan de wiha hat gotin: "Em weke malbatê agahî ji birêz Abdullah Ocalan ku niha li Îmraliyê tê girtin nagirin û ji rewşa wî ya tenduristiyê bi fikar in.

Ez wek biraziyê wî dixwazim di 16.08.2024’an de serdana birêz Abdullah Ocalan bikim. Ez dixwazim ji bo hevdîtin pêk were, tişta pêşwîst çi be were kirin.”