Şêniyên Dêrazorê piştgiriya xwe ji QSD'ê re nû kir

Şêniyên kantona Dêrazorê hevgirtina xwe ya bi QSD'ê re li hemberî êrişên koma "Dîfa Wetenî" ya girêdayî hikumeta Şamê nû kir. Her wiha wan diyar kir ku êrişan armanc û çavnebariya êrişkeran eşkere kirin.

Şêniyên Dêrazorê piştgiriya xwe ji QSD'ê re nû kir
Şêniyên Dêrazorê piştgiriya xwe ji QSD'ê re nû kir
Şêniyên Dêrazorê piştgiriya xwe ji QSD'ê re nû kir
Şêniyên Dêrazorê piştgiriya xwe ji QSD'ê re nû kir
Şêniyên Dêrazorê piştgiriya xwe ji QSD'ê re nû kir
13 tebax, 2024   17:40
DÊRAZOR

Di çarçoveya bertekên şermezarkirinê yên gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li hember êrişên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên "Dîfa Wetenî", şêniyên kantona Dêrazorê meşek li dar xist.

Meş ji pêşiya avahiya Meclisa Herêma Rojava ya bajarê Kîsra yê rojavayê Dêrazorê dest pê kir û ber bi çerxerêya Kîsra ve berdewam kir.

Li wir, hevserokê Meclisa Herêma Rojava ya Dêrazorê Mihemed El Hîlal êrişên koma "Dîfa Wetenî" ya girêdayî hikumeta Şamê şermezar kirin û diyar kir ku wan êrişên hovane armanc û çavnebariyên qirêj ên êrişkeran ên têkbirina aramiya herêmê, eşkere kirin.

Her wiha, Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi daxuyaniyekê ku ji aliyê endamê wê Mejd El Hesen ve hat xwendin êriş şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew êriş sûcên dermirovî û yên şer in. Her wiha sersaxî ji malbatên hemû şehîdan re hat dayîn û piştgiriya QSD`ê hate nûkirin.

(mh)

ANHA