Hêzê Parêzvanên Siwêdayê têkildarî girtiyan daxuyanî da

Hêzên Parêzvanên Nîştimanî îdiayên ku dibêjin hêzên wê endamên eşîran û bedewî girtine, red kirin û daxuyand ku girtiyên li cem wan tenê endamên hikumeta veguhêz û hin biyanî ne ku destê wan di sûcan de heye.

Hêzê Parêzvanên Siwêdayê têkildarî girtiyan daxuyanî da
24 cotmeh, 2025   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Hêzên Parêzvanên Nîştîmanî yên Siwêdayê daxuyaniyek der barê îdiayên li ser rêvebirina dosyaya girtiyan weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku girtiyên ji aliyê Hêzên Parêzvanên Nîştimanî ve tên ragirtin, tenê endamên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û hin endamên biyanî ne ku destê wan di sûc û komkujiyên li dijî şêniyan de hene. Di daxuyaniyê de hate gotin, Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî muanyeneya wan girtiyan kiriye.

Di daxuyaniyê de îdiayên ku dibêjin Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê, sivîlên ji eşîran an jî pêkhateyên bedewî ragirtine, hatin redkirin. Hate destnîşankirin ku Xaça Sor û Hevya Sor ji rewşa girtiyan bi temamî agahdar e.

Fermandariyê da zanîn ku her daxuyanî yan analîzek li derveyî kanalên wê yên fermî şîroveyên şexsî ne û xwe naspêrin çavkaniyên pêbawer û ragihand ku rûpela fermî û berdevkê leşkerî, jêderên wê yên fermî yên belavkirina agahiyan in.

(bb)