Li dijî TELE1’ê operasyona ‘sîxuriyê’

Polîsên dewleta Tirk di serê sibehê de bi ser kanala TELE1’ê de girtin. û Gerînendeyê Giştî yê weşanê Merdan Yanardag binçav kir.

Li dijî TELE1’ê operasyona ‘sîxuriyê’
24 cotmeh, 2025   09:27
NAVENDA NÛÇEYAN 

Polîsan di serê sibehê de bi ser kanala TELE1’ê de girtin. Gokhan Kayiş ku bernameya “Pisûleya Sibehê (Sabah Pusulası)” pêşkeş dikir, di weşana zindî de operasyon ragihand. Kayiş, got ku komên TEM’ê hatine kanalê, karûbarê lêgerînê didome û biryara lêgerînê ya 11’emîn Dadgeha Cezayên Giştî nîşan dane. 

YANARDAG HATE BINÇAVKIRIN

Di heman demê de hate destnîşankirin ku Gerînendeyê Giştî yê Weşanê Merdan Yanardag jî bi biryara dadgehê hatiye binçavkirin û li mala wî û ofîsa wî lêgerîn tê kirin. 

Serdozgeriya Komarê ya bajrê Stenbolê a Tirkiyê jî têkildarî operasyonê daxuyanî da û got ku Yanardag, di çarçoveya lêpirsîna bi îdiaya “sîxûrtiyê” hatiye binçavkirin.

Serdozgeriyê, di daxuyaniyê de têgeha “Rêxistina sûc a Ekrem Îmamoglû” bi kar anî û da zanîn ku di çarçoveya heman îdiaya “sîxûriyê” de biryar hatiye dayin ku Ekrem Îmamoglû û Necatî Ozkan jî bînin serdozeriyê. 

Bi domdarî hate gotin ku lêpirsîn dê bi hevkariya MÎT û Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê were berfirehkirin.