Di êrişa Rûsyaya ya li Ukraynayê de 4 kes hatin kuştin

Di êrişa Rûsyayê ya li bajarê Kherson ê başûrê Ukraynayê de 4 kes hatin kuştin û 9 kes jî birîndar bûn.

Di êrişa Rûsyaya ya li Ukraynayê de 4 kes hatin kuştin
25 kanûn, 2023   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Desthilata Ukraynayê ragihand ku di êrişa Rûsyayê ya li dijî navenda bajarê Kherson ê li başûrê welat de, 4 kes hatine kuştin û 9 jî birîndar bûne.

Waliyê herêmê Oleksandr Prokudin li ser hesabê Telegramê ev agahî parve kir: “Duh bi şev artêşa Rûsyayê navenda Khersonê bombebaran kir, qadên niştecihbûnê, navendên tenduristiyê û xizmetguzariyê û binesaziya herêmê bombebaran kirin.”

(bb)