Heyva Sor a Kurd ji bo kesên ji Lubnanê tên hemleyeke mirovî ragihand

Heyva Sor a Kurd ji bo piştgiriya kesên ji Lubnanê revîne û hatine herêmê, hemleyeke mirovî ragihand.

Heyva Sor a Kurd ji bo kesên ji Lubnanê tên hemleyeke mirovî ragihand
2 cotmeh, 2024   13:31
QAMIŞLO

Heyva Sor a Kurd bi daxuyaniyekê destpêkirina hemleyê ji pêşiya navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê ragihand. Endamên heyvê Bawer Cûlî û Şîrîn Xelîl daxuyanî xwend. 

Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Lubnanê 24`ê Îlonê ji bo şopandina kar û barên sûriyeyiyên ku dixwazin vegerin herêmê, komîteyek ava kiribû.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em bang li saziyan û her kesî dikin ku tev li vê hemleyê bibin ji bo ku alîkariyên madî ji kesên ji Lubnanê reviyane re peyda bikin. Her alîkariyek, mirovahî û piştgiriya me bi xwişk û birayên me re di aloziyan de rave dike. Em dikarin bi rêya wan alîkariyan, guhertinekê di jiyana penaberên ji Lubnanê reviyane de çêkin û alîkariya wan bikin da ku hêviya wan vejînin."

Li gorî bernameya hemleyê, dê li kamp û navend bên vekirin da ku alîkariyên ku şêniyên herêmê bi dildarî didin, li wir werin komkirin.

(şx)

ANHA