Saziya Pembo dest bi wergirtina berhemê ji cotkaran kir

Cotkarên kantona Reqayê dest bi radestkirina berhema pembo ji Saziya Pembo re kirin.

Saziya Pembo dest bi wergirtina berhemê ji cotkaran kir
Saziya Pembo dest bi wergirtina berhemê ji cotkaran kir
Saziya Pembo dest bi wergirtina berhemê ji cotkaran kir
Saziya Pembo dest bi wergirtina berhemê ji cotkaran kir
Saziya Pembo dest bi wergirtina berhemê ji cotkaran kir
2 cotmeh, 2024   13:14
REQA

Saziya Pembo ya kantona Reqayê dest bi wergirtina berhema pembo ji cotakran kir. 

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandibû ku dê berhemê ji cotkaran werbigire. Li gorî texmînên rêveberiyê îhtimal heye berhem di navbera 75 hezar û heta 100 hezar ton be.

Saziya Giştî ya Pembo duşemê buhaya kirîna tone pembo ji cotkaran bi 600 dolar diyar kiribû.

Her wiha saziyê diyar kir ku ew ji sêşemê (1`ê Cotmehê) ve li 3 navendên sereke li Reqa, Dêrazor û Hesekê werbigire.

(şx)

ANHA