49 şehîd li Girkê Legê hatin bibîranîn

Şêniyên bajarên Girkê Legê û Rimêlanê 49 şehîdên di dem û cihên cuda de Di Tebax û Îlonê de şehîd bûne, bibîr anîn.

49 şehîd li Girkê Legê hatin bibîranîn
49 şehîd li Girkê Legê hatin bibîranîn
49 şehîd li Girkê Legê hatin bibîranîn
49 şehîd li Girkê Legê hatin bibîranîn
49 şehîd li Girkê Legê hatin bibîranîn
49 şehîd li Girkê Legê hatin bibîranîn
49 şehîd li Girkê Legê hatin bibîranîn
49 şehîd li Girkê Legê hatin bibîranîn
2 cotmeh, 2024   14:24
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarên Girkê Legê û Rimêlan ên kantona Cizîrê 49 şehîdên di mehên Tebax û Îlonê de li cihên cuda şehîd bûne, bi merasîmekê bi bîr anîn.

Merasîm li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarê Rimêlanê hate lidarxistin. Şênî, malbatên şehîdan û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan tev li merasîmê bûn.

Endama rêveber a Kongra Star Leyla Gabar axivî û ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest. Leyla soz da ku şehîdan ji bîr nekin û rêya wan bişopînin.

Leyla wiha domand: "Wan ji bo ku em bi rûmet û azad bijîn, canê xwe feda kir."

Dûre dayîkên şehîdan mûm li ber wêneyên 49 şehîdan vêxist û gul danîn,

Her wiha sinevizyonek têkildarî her 49 şehîdan hate pêşandan.

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehadetê yên şehîdan hatin xwendin.

(şx)

ANHA