Heyeta DEM Partiyê ya bi Bahçelî re hevdîtin kir

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî re hevdîtin kir.

Heyeta DEM Partiyê ya bi Bahçelî re hevdîtin kir
2 ÇILE, 2025   16:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê di çarçoveya pêşniyarên Rêber Apo de biryar da ku hevdîtinan bi partiyên siyasî re bike û hevdîtina duyemîn jî bi Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî re kir.

Hevdîtinê nêzî 40 deqeyan dewam kir. Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî piştî hevdîtinê bi heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê re wêne kişand û li ber derî heyet oxir kir.