Careke din gundewarê Til Temirê tê topbarankirin

Hemwextî êrişên li dijî gundewarê Minbicê, artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Xidir El Hesen ê li gundewarê bajarê Til Temirê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran dikin.

Careke din gundewarê Til Temirê tê topbarankirin
2 ÇILE, 2025   16:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên girna gundê Xidir El Hesen ê gundewarê bakurê bajarê Til Temirê topbaran dikin.

Hemwextî wê çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê gundewarên Minbicê hedef digirinç.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê vê sibehê gundên Siker El Îhêmer û Um El Kêf ên Asûrî yên li gundewarê rojavayê bajarê Til Temirê û gundê Dirdara yê gundewarê bakurê bajêr bi çekên giran topbaran kiribûn.

Heta vê kêliyê agahiyên têkildarî ziraran nehatine parvekirin.

(fr)