`Heyanî Rêber Apo fîzîkî azad nebe, em ê bi guman nêzî Tirkiyeyê bibin`

Xelkê Çilaxayê dibêjê heyanî Rêber Apo fîzîkî azad nebe Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bisernakeve û ew ê bi guman nêzî Tirkiyeyê bibin.

`Heyanî Rêber Apo fîzîkî azad nebe, em ê bi guman nêzî Tirkiyeyê bibin`
19 tebax, 2026   02:35
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk şêniyên Çilaxayê axivîn û gotin: "Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bingehê serkeftina Pêvajoyê ye."

Eşref Hisnî got: "Di vê pêvajoyê de pêdivî heye ku Tirkiyeyê gavên cidî bavêje, divê Rêber Abdullah Ocalan fîzîkî azad bibe, bi azadiya Rêber Apo re dê pêvajo biserkevê û pirsgirêk demokratîk çareser bibin. Pêvajo didome lê hîna Rêbertî li girtîgehê di heman şert û mercan de dimîne, ev dibe sedema em bi guman nêzî Tirkiyeyê bibin."

Mehdî Bercis jî got: "Em piştgiriya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dikin û bawer dikin bi vê pêvajoyê re dê gelê Kurd û gelên dîtir bi rûmet û ewle bijîn, ji ber Rêber Apo destbi pêvajoyê kir. Em li beramberî derengmayîna Tirkiyeyê matmayî namînin, em nêzîkatiyên Tirkiyeyê ji pirsgirêka Kurd re dizanin û em aştiyeke bê azadiya Rêber Apo qebûlnakin."

Emşa Mihemed têkildarî heman mijarê axivî û got: "Serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku çavên her kesî lê ye bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye. Bê Rêbertî aştî li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn pêşnakevê. Azadiya gelê Kurd bi azadiya Rêbertî ve girêdayî ye, bê Rêbertî em ê her tim di komkujiyan re derbas bin. Hedefgirtina Rêber Apo tê wateya hedefgirtina hebûn û rûmeta gelê Kurd."

(np)

ANHA