Qamişlo sedsaliya xwe tejî kir

20 Tebaxê 2026`an sed sal li ser avakirina bajarê Qamişlo re derbas dibe. Ji herêmeke biçûk heyanî bajarekî mezin şahidî ji gelek bûyeran re kir.

Qamişlo sedsaliya xwe tejî kir
19 tebax, 2026   05:55
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Bajarê Qamişlo berî sala 1926`an li herêma Cizîrê ne bajarekî mezin bû herêmeke bi deşta Mêrdînê ve girêdayî bû û dikevê başûrê bajarê Mêrdînê. Li herêmê erdên çandiniyê, dar, giya û qamîş ku bi navê bajar ve girêdan, hebû. 

Lêkolîner û nivîskarê dîroka kurd Bradost Mîtanî ji ANHA`ê re axivî û got: `Zêdetirî sed salî li ser avakirina bajarê Qamişlo re derbas bû. Rayedarên Frensî sala 1925`an biryara avakirina bajarê Qamişlo dan û 20 Tebaxê 1926`an proje xistin meriyetê de.`

QAMIŞLO ÇAWA HATE AVAKIRIN?

Bajarê Qamişlo berî sala 1926`an herêmeke bi navê Beriya Mêrdînî dihate naskirin û dikevê başûrê bajarê Mêrdînê. Piştî ku qraliyeta Osmanî di şerê cîhanê yê yekemîn de hilweşiya û peymana Sykes-Picot hate îmzekirin guhertinên dîrokî rûdan. Bi taybet di peymanên navneteweyî weke peymana Enqereyê ya sala 1921`an li Sûriyeyê sînorê navbera mandeya Frensayê û komara Tirkiyeyê diyar bûn.

Di çarçoveya van peymanan de rêya trênê (xeta Berlîn-Bexdadê) sînorê her du dewletan bû. Bajarê Nisêbînê yê kevn hate parçekirin û êdî sînor di bin serweriya girê El Bedenê de bû.

Piştî parçekirina herêmê Frensiyan pêdivî dît li herêma Cizîrê aliyê Sûriyeyê navendeke îdarî, leşkerî û aborî ava bikin. Sala 1926`an destbi projeya avakirina bajarê Qamişlo kirin. Bajarê Qamişlo li beramberî bajarê Nisêbînê ye û nêzî çemê Ceqceq e.

NAVÊN QAMIŞLO

Navê bajarê Qamişlo bi qamîş ve didin girêdan. Lêkolîner Bradost Mîtanî anî ziman ku berî bajarê Qamişlo lêbikin ev herême ku gir, dar û giya lê hebû û qamîş lê çêdibû. Di zimanê kurdî û tirkî de jêre dibêjin qamîş û bi suryanî dibêjin zalîn. Bajarê Qamişlo li ser erda ku qamîş lê hebû, hate lêkirin û kurd jêre dibêjin Qamişlo. Piştî Baasî bûn desthilatdar navê Qamişlo kirin Qamişlî. Hinek malbatên Merdlî û Mehelmî yên kevn li bajarê Qamişlo ne jêre dibêjin El Qamişliye. Qamişlo gelek navên wê hene û bajarekî di ziman, çand û aliyê civakî de dewlemend bû.

LI SER MODÊLA PARÎS QAMIŞLO LÊ DIKIN

Rayedarên Frenseyî ji bo lêkirina bajarê Qamişlo pîlan datînin. Bradost Mîtanî got pilana lêkirina bajarê Qamişlo weke pilana bajarê Parîsê ye lê biçûke. Havîna sala 1926`an piştî şerê gundê Beyandûr ê navbera Frensî û êlên herêmê de rayedarên leşkerî yên Frensayê bi fermandariya Lîwaya yekem Terre (di nava gel de bi navê Rakanê Frensî tê nasîn) biryar girtin ku cihê navenda xwe ya leşkerî biguherînin û li beramberî bajarê Nisêbînê navend ji xwe re lêkirin. Frensiyan ev cih diyar kirin ji bo nêzî çemê Ceqceq bin û sînor di bin serweriya wan de be.

Pîlana bajarê Qamişlo ji aliyê mîmar û endezyarê sivîl ê Yewnanî yê navdar "Charalambis" ve hatiye dayîn. Heyanî niha ji bajarê Qamişlo re dibêjin Parîse Biçûk.

QAMIŞLO MOZAÎKA CIVAKÎ YE

Piştî lêkirina bajarê Qamişloyê gelek qewm û pêkhateyan (Kurd, Ermen, Suryan, Aşûrî, Ereb, Merdelî, Mehelmî û Cihû) berê xwe dan Qamişlo û lê jiyan kirin.

Bradost Mîtanî got: "Ne tenê dîroka Qamişlo cûda ye, gelek qewm weke Kurd, Suryanên ji gelek herêman hatin, Ermeniyên ji Tirkiyeyê koçber bûn û Aşûriyên ku Brîtanya ew anîn li Qamişlo bi cih bûn û bi hev re jiyan kirin. Piştî serhildana Şêx Seîd gelek Kurd derbasî Qamişlo bûn, ji Ereban jî êla El Tey li başûrê bajêr bi cih bûn û îro taxa bi navê wan (taxa El Tey) tê nasîn. Baasiyan jî bi armanca guhertina demografiya herêmê Ereb bi taybet ên ji wan re dibêjin Mexmûrî anîn li Qamişloyê bi cih kir. Her wiha ji wan projeyên çandiniyê vekir û dibistan lêkirin." Her ku bajar fireh bû koçber tê de bi cih bûn û navê hinek taxên Qamişlo bi navê pêkhateyan an jî pîşeyiya wan ve girêdayî ye.

DESTPÊKA RÊXISTINKIRINA BAJÊR

Sala 1927`an meha nîsanê avakirina komîteya rêvebirina kar û barê xizmetguzariyê ya şaredariyê raghandin, Rûsipiyê bi navê Ebdulrezaq Çelebî bû serokê şaredariya Qamişlo. Sala 1928`an jî stasyona Qamişloyê bi xeta trênê ya rojhilat ve dane girêdan, di encama wê de ji aliyê aborî de guhertinên mezin çêbûn. Bazirganiya di navbera Heleb, Mûsil û Bexdadê de, di bajarê Qamişlo re derbas dibû.

Di wê demê de hejmara şêniyên Qamişlo 10 hezar derbas kir û Serokê Komara Sûriyeyê 15`ê Kanûnê 1937`an biryarname derxist û biryar hat dayîn ku şaredariya Qamişlo were bilindkirin û ji hêla qanûnî ve wekî "bajarekî mezin" were pênasekirin.

Piştî wê di salên sihî de avahiya şaredariya Qamişlo lêkirin. 1`ê nîsanê 1939`an di çarçoveya biryarnameya komarê (298) elektirîk derbasî Qamişlo bû.

BAZARA EZRA NAVENDA BAZIRGANIYÊ BÛ

Bajarê Qamişlo ji aliyê bazirganiyê ve pêşket û bazara Ezra yek ji navendên girîngtirîn a bazirganiyê bû. Bazar bi malbatên Cihûwan ve hate girêdan û navê bazarê Ezra li ser navê bazirgan Ezra Mîr Yaqûb bû. Li bazarê genim, pembû û qûmaş dihate firotin. Dikandarên bajar û bajarokên derdora Qamişlo xiradên xwe ji Qamişlo digirtin. Ji ber Qamişlo li ser sînor bû, nêzî bajarê Nisêbînê û rêya trênê bû.

Her wiha nîvê sedsala 20`an alavên çandiniyê (traktor û derasa) derbasî bajarê Qamişlo bûn. Êdî Qamişlo bi genim û pembûyê xwe dihate naskirin.

Piştî firehbûna bajarê Qamişlo jî hinek gund ketin ser bajarê Qamişlo Mîtanî diyar kir ku taxa El Hilêliyê, Enteriyê, Mehmeqiyê, Aşûrî, Hilko û Cimayê destpêke gund bûn û bi bajarê Qamişlo ve ne girêdayî bûn, piştî ku bajarê Qamişlo fireh bû ew pêve hatin girêdan. Qamişlo di gelek pêvajoyan re derbas bû heyanî ew qasî mezin bû û pêşket.

PETROL Û FIREHBÛNA MÎMARÎ

Di dawiya sedsala 20`emîn de piştî petrol li Rimêlan, Siwêdiyê û Qereçox hate dîtin êdî şîrketên navxweyî û biyanî yên petrolê hatin li bajarê Qamişlo bi cih bûn. Bajar ji aliyê mîmarî û xizmetguzariyê ve pêşket. Ji ber hemû endezyar û karmendên bi wan şîrketan re dixebitîn li bajarê Qamişloyê bi cih bûn. Balafirgeha leşkerî ya Qamişlo bû balafirgehekî sivîl û ji bo çûyîn û hatina Şamê û hemû dewletên cîhanê hate bikaranîn.

BAJARÊ ÇAND Û PIRRENGIYÊ

Li bajarê Qamişloyê gelek saziyên çand û huner vebûn, helbestvan, nivîskar, hunermend mûzesyen derket.

Mîtanî ji bo aliyê çandî yê Qamişloyê wiha got: "Qamişlo xezîneyeke çandî ye, çanda hemû gelan ketiye nava hevdû û hevgirtî ye. Li herêma Cizîrê ji aliyê civakî, siyasî û çandî girînge û navenda bazirganî û pîşesaziyê ye. Ji Amûde, Dirbêsiyê, Til Berak, Til Hemîs, Tirbespiyê, Çilaxayê, Girke Legê û Dêrikê tên xiradên xwe ji bajarê Qamişloyê digirin."

Her wiha berî ku deriyê Nisêbîn û Qamişlo were girtin aliyê aborî û çandiniyê ve tevgereke mezin hebû.

PÊVAJOYA ŞOREŞÊ

Mîtanî got: "Piştî bûyerên li Sûriyeyê û herêmê qewimîn ji aliyê siyasî, civakî û ewlehiyê ve guhertinên mezin çêbûn. Di şer de li tax û saziyên Qamişloyê teqîn çêbûn. Piştî raghandina Rêveberiya Xweser li Rojava sazî vekirin û rêveberiyên herêmî birêxistin kirin. Her çiqasî êrîş li ser Qamişlo çêbûn lê di Şoreşa Rojava de bajar pêşket."

(np)

ANHA