Hevdîtina navbera DEM Partî û DEVA nêzî saetekî dewam kir
Hevdîtina DEM Partiyê û Partiya DEVA yê bi dawî bû. Hat zanîn ku geşedanên di rojevê de hatine axivîn.

Hevdîtina di navbera Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan a bi Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan re bi dawî bû.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Babacan li Navenda Giştî ya Partiya DEVAyê hevdîtin kirin.
Hevdîtin, saet di 11.00an de dest pê kir. Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî jî di şandeya DEM Partiyê de cih girtin.
Her wiha Serokwekîlê Giştî Îbrahîm Çanakçi, Cîgirên Serokê Giştî Mehmet Emîn Ekmen, Sadullah Ergîn û Medenî Yilmaz jî di şandeya Partiya DEVAyê de cih girtin.
Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin û nêzî saetek û nîv berdewam kir. Hat zanîn ku di civînê de geşedanên di rojevê de hatine axivîn.