Hevdîtina Heyeta Îmraliyê bi Ahmet Davutoğlu re destpêkir

Hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoğlu re destpêkir.

Hevdîtina Heyeta Îmraliyê bi Ahmet Davutoğlu re destpêkir
16 kanûn, 2025   11:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoğlu destpêkir. 

Endamên heyetê ku ji parlamentera Wanê Pervîn Buldan, parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk tê li navenda giştî ya Partiya Gelecekê bi Ahmet Davutoğlu re hevdîtin dikin.

Heyet ji aliyê Ahmet Davutoğlu û parlamenterên Gelecekê ve li ber derî hatin pêşvazîkirin. Piştî hevdîtinê dê daxuyanî ji çapemeniyê re bê dayin.