Hesen Mihemed Elî: Peymana 29`ê Çile bersiva guhertinên siyasî û navneteweyî bû

Hevserokê Ofîsa Têkiliyan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Hesen Mihemed Elî,  diyar kir ku peymana 29`ê Çileyê wek bersivek ji bo guhertinên siyasî û navneteweyî û pêdiviyên herêmî pêk hat û da zanîn kir ku divê peyman bibe bingeha avakirina Sûriyeyek nû li ser bingeha pirrengî û hevkariyê di navbera hemû pêkhateyên wê de be.

7 hezîran, 2026   15:08
QAMIŞLO

Rêxistina Pêl a civaka sivîl bi hevkariya Ofîsa Têkiliyan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) îro li Qamişlo der barê peymana 29`ê Çileyê de panelek li dar xist.

Panel li Hola Zanayê bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, tevgerên jinan, rewşenbîr û parêzeran hate lidarxistin.

Hevserokê Ofîsa Têkiliyan a MSD`ê Hesen Mihemed Elî axivî û diyar kir ku pêdiviyên objektîf û daxwazên Kurdan hebûn ku bûn sedema gihîştina peymanê.

Mihemdd Elî da zanîn ku vegera li modela navendî ya berî 2011an êdî ne mimkun e û destnîşan kir ku ezmûna siyasî û îdarî ya ku di salên borî de li bakur û rojhilatê Sûriyeyê çêbûye bûye beşek ji rastiya nû ya Sûriyeyê.

DOSYAYÊN DANÛSTANDINÊ Û NÛNERTIYA KURDAN

Mihemed Elî destnîşan kir ku nîqaşên berdewam bi Şamê re bi giranî li ser mijarên destûrî, nûnertiya Kurdan û misogerkirina mafên pêkhateyên cûda yên civaka Sûriyeyê ne.

Mihemed Elî got, peymanê têkiliya di navbera aliyan de ji çarçoveyek ferzkirinê veguherandiye danûstandineke siyasî.

PARASTINA SAZIYÊN RÊVEBERIYA XWESER

Derbarê mijara saziyan de, Mihemed Elî diyar kir ku pêvajoya entegrasyonê hewceyê dem û lihevkirina siyasî û îdarî ye. Her wiha destnîşan kir ku daxwazek heye ku pisporî û ezmûna ku di salên borî de ji hêla saziyên Rêveberiya Xweser ve hatî berhev kirin were parastin.

Mihemed Elî diyar kir ku nîqaşên li ser perwerdeyê, zimanê Kurdî û rêbazên xwendinê yên Rêveberiya Xweser berdewam dikin û da zanîn kir ku ev mijar dê bibin beşek ji pêvajoya danûstandinê di navbera aliyên têkildar de.

PEYMANA 29`Ê ÇILE Û SIBEROJA SÛRIYEYÊ

Mihemed Elî da zanîn ku divê peymana 29`ê Çileyê bibe bingehek destûrî ji bo avakirina siberoja Sûriyeyê û got, "Heke em dixwazin ber bi Sûriyeyeke nû ve biçin, divê em peymana 29`ê Çileyê bikin kevirê bingehîn ê damezrandina wê."

Mihemed Elî da zanîn ku qonaxa li pêş hewceyê xebata siyasî ya berdewam e da ku destkeftî û têgihîştinên siyasî veguherînin bendên destûrî yên ku mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê di çarçoveya dewletek demokratîk û piralî de garantî dikin.

Di dawiya panelê de beşdaran nêrînên xwe anîn ziman û der barê mijarê panelê û siberoja pêvajoya siyasî û awayên pêkanîna peymanê pirs kirin.

(k)