Pirtûka ‘Komek Arîşe û Hêviya Zimanekî Yekbûyî` hat îmzekirin

Nivîskar û lêkolîner Deham Ebdulfetah pirtûka xwe ya bi navê `Komek Arîşe û Hêviya Zimanekî Yekbûyî` îmze kir.

Pirtûka ‘Komek Arîşe û Hêviya Zimanekî Yekbûyî` hat îmzekirin
Pirtûka ‘Komek Arîşe û Hêviya Zimanekî Yekbûyî` hat îmzekirin
Pirtûka ‘Komek Arîşe û Hêviya Zimanekî Yekbûyî` hat îmzekirin
Pirtûka ‘Komek Arîşe û Hêviya Zimanekî Yekbûyî` hat îmzekirin
Pirtûka ‘Komek Arîşe û Hêviya Zimanekî Yekbûyî` hat îmzekirin
7 hezîran, 2026   15:30
QAMIŞLO

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ahenga îmzekirina pirtûka ‘Komek Arîşe û Hêviya Zimanekî Yekbûyî` ya nivîskar Deham Ebdulfetah li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê ya bajarê Dêrikê li dar xist. Mamosteyên zimanê Kurdî, endamên Yekitiya Rewşenbîran û kesên girîngî didin ziman û wêjeya kurdî beşdarî ahengê bûn.

Di destpêka ahengê de nivîskar Deham Ebdulfetah li ser naveroka pirtûkê û hedefa ji nivîsandina pirtûkê axivî.

Ebdulfetah anî ziman ku wî pirtûka `Komek Arîşe û Hêviya Zimanekî Yekbûyî` ji bo çareserkirina kêm û kurtiyên rêzimanê Kurdî nivîsandiye.

Piştre pirtûka xwe îmze kir û diyarî beşdarvanan kir.

Pirtûka `Komek Arîşe û Hêviya Zimanekî Yekbûyî`  ji 204 rûpelan pêk tê. Di pirtûkê de lêkolîn li ser pirsgirkên rêzimanê kurdî, arşîe û rêbazên pêşxistina rêziman û yekkirina têgehan û hêmanên zimanê kurdî hene.

Nivîskar Deham Ebdulfehat sala 1942`an li gundê Bellê yê girêdayî Amûde ji dayîk bûye. Fakulteya Wêjeya Erebî li zanîngeha Helebê qedandiye û 25 salan mamostetiya zimanê erebî kiriye. Rêwîtiya wî ya wêjeyê bi nivîsandina helbest û gotran bi zimanê erebî dest pê kir. Di sala 1978‘an de dest bi nivîsên kurdî kiriye û bûye ji lêkolînerên ziman û wêjeya Kurdî.

(np)

ANHA