Şehîd Ehmed El Hadî li Goristana Şehîd Dijwar hat veşartin

Bi dehan xelkê Hesekê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Ehmed El Ebid El Hadî li Goristana Şehîd Dijwar oxir kir.

Şehîd Ehmed El Hadî li Goristana Şehîd Dijwar hat veşartin
Şehîd Ehmed El Hadî li Goristana Şehîd Dijwar hat veşartin
Şehîd Ehmed El Hadî li Goristana Şehîd Dijwar hat veşartin
Şehîd Ehmed El Hadî li Goristana Şehîd Dijwar hat veşartin
Şehîd Ehmed El Hadî li Goristana Şehîd Dijwar hat veşartin
11 hezîran, 2024   22:27
HESEKÊ

Bi dehan xelkê bajarê Hesekê, endamên saziyên sivîl beşdarî merasîma oxirkirina endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Ehmed El Ebid El Hadî bûn. Şehîd Ehmed El Hadî di 9ˊê Hezîranê de dema li ser erka xwe bû şehîd bû.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatme Ehmed sersaxî da malbata şehîd û got: "Şehîd Ehmed bi penabertiyê nefikirî, lê hezkirina welat û girêdana bi axê ve da pêşiya wê."

Yek ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Idrîs Oso axivî û got: "Şehîd Ehmed ji dema tevlêbûna di 2021ˊê heta dîroka şehadetê mînaka biratiya gelan bû. Li kêlek hevêriyên xwe çek hilgirt û parastina ewlehî û îstîqrara herêmê kir."

Di dawiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Guljîn Ehmed wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbatê kir.

(fr)