Hemwelatiyên ji Dirbêsiyê û Holê daxwaza dîtina Rêber Apo kir

Hemwelatiyên ji bajarên Dirbêsiyê û Holê daxwaza xwe ya dîtina Rêber Abdullah Ocalan anîn ziman û destnîşan kir ku ew ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe bidomînin.

Hemwelatiyên ji Dirbêsiyê û Holê daxwaza dîtina Rêber Apo kir
1 îlon, 2025   04:25
HESEKE
CAN ILÊWÎ – ELÎ EL SULTAN

Hemwelatiyên ji bajarên Dirbêsiyê û Holê daxwaza xwe ya bi dîtina Rêber Abdullah Ocalan ji ajansa me ra anîn ziman. 

Jina bi navê Şerîfa Hisên a ji bajarê Dirbêsiyê bi kelecan daxwaza hevdîtina Rêber Apo kir û got: “Rêber Abdullah Ocalan sembola aştî û azadiyê ye. Ez pir dixwazim Rêbertî bibînim. Em dixwazin di nav me de jiyan bike. Rêbertî bi fikir û felsefeya xwe gelê kurd vejand. Ji lewma em deyndarên wî ne.”

Jina bi navê Cîhan Derwîş jî li ser mijarê hestên xwe wiha anîn ziman: “Em mezin bûn û bi me re bêrîkirina dîtina Rêber Abdullah Ocalan mezin dibe. Ji bo doza gelê Kurd berxwedanek mezin nîşan da, Rêbertî ji bo gelên herêmê sembola aştî û armaniyê ye. Em careke din daxwaza xwe ya dîtina Rêber Abdullah Ocalan dubare dikin.”

Nûra Seyîd jî di der barê daxwaza xwe ya dîtina Rêber Apo de diyar kir ku: “Rêber Abdullah Ocalan bi raman û bîrdoziya xwe nûnertiya jiyanê dike. Bûye zêdetirî 50 salî têkoşîn dike. Em bi eşqeke mezin dixwazin Rêbertî bibînin.”

Welatiyê bi navê Ebdullah El Elî yê ji bajarê Holê jî li ser mijarê axivî û got ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo hemû gelê bindest tê dikoşe û hevokên xwe wiha rêz kirin: “Ramanê Rêbertî her dem li dijî zulmê ye. Bîrdoziya Rêbertî rêya azadî û rumetê ye. Heta Rêbertî di girtîgehê de ye jî hêza wî ya ramanê mezin dibe. Wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di nava gelan de bandoreke mezintir çêbike."

El Elî di dawama axaftinê de got: "Em dixwazin di demeke nêzîk de di nava me de be. Em li ramanên wî guhdar bikin. Gel dê bi hemû hêza xwe heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî, têkoşîna xwe bidomîne.”

Jina bi navê Wîsal Salih a ji bajarê Holê der barê mijarê de got ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelan têkoşiya û azadiya xwe ya fîzîkî feda kir, ku gelên herêmê bi azad bijîn.

Wîsal jî destnişankir ku Ramanên Rêber Abdullah Ocalan gihiştine hemû gelên cîhanê. Rêbertî roleke mezin da jinan, hişt jin hebûna xwe îsbat bikin. Jinan di aliyên leşkerî, siyasî û civakî de pêşengtî kirin. Ji lewma em ê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê xwe bidomînin."

(dc)

ANHA

Dirbêsiyê

hol