‘Demokratîkbûna Sûriyeyê misogeriya siberojê ye’

Jinên ji Tebqayê diyar kir ku tekane çareseriya guncaw a bidawîbûna şopên dehan salan ên desthilata navendî û destpotiyê rêya ber bi demokratîkbûna Sûriyeyê ye.

‘Demokratîkbûna Sûriyeyê misogeriya siberojê ye’
1 îlon, 2025   03:15
TEBQA

Bi dehan salan gelê Sûriyeyê ji ber sîstema navendî zehmetiyên paşguhkirin, tundî, zulim û zordarî kişandin. Di encamê de şerên mezin derketin û xwîna gelek Sûriyeyiyan hat rijandin. Welatiyên ev rewş jiyan kirin, îro hêviyên xwe bi sîstema demokratîk didin û dixwazin Sûriyaya demokratîk ku tê de mafên her kesî parastî be, misoger bibe.

Têkildarî mijarê jina bi navê Xewla El Ebas a ji kantona Tebqayê diyar kir ku di dirêjahiya salan de gelek pêkhate û herêmên Sûriyeyê hatibûn dûrxistin û paşguhkirin. Xewla destnîşan kir ku avakirina Sûriyaya nû tenê bi beşdarbûna hemû pêkhateyan di nava saziyên dewletê de û rêvebirina kar û barên xwe bi xwe dikare pêk were. Ji ber ku ev yek herêmên wan bi pêş dixe û siberojekê li ser bingehên demokratîkbûnê ku hemû nêrîn werin qebûlkirin nexşe dike.

Jina bi navê Texrîd El Ebdullah li ser mijarê axivî û diyar kir ku ger heman zihniyeta berê dewam kir ne pêkan e Sûriye bi pêş bikeve. Texrîd da zanîn ku divê Sûriyeya nû demokratîk be ku keç û xortên ji tevahî etnîk û mezheban vehewîne û xelkê her herêmekê xwedî mafê xwerêvebirin û formîlekirina siberoja xwe be.

Seyran El Ehmed îşaret pê kir ku şerê demdirêj a Sûriyeyê nakokiyên mezin di nava gelê wê de jî ava kirine û got ku ev şer ji ber siyasetên sîstema navendî pêk hatine, ji lewra paşeroja nû ya Sûriyeyê tenê bi sîstema nenavendî ya mafê hemû gelê wê biparêze pêk tê. Seyran di dawiyê de got Sûriyaya demokratîk jiyana hevbeş û mafê hemû pêkhateyan di bin sîwana yek welatî de misoger dike.

(dc)

ANHA