‘Di tabloyên xwe de têkoşîna jinan nîşan didim’

Sîdra Xelîl ji zarokatiya xwe ve, dema di dibistana seretayî de bû, gavên xwe yên destpêkê yên wênexêziyê avêtin. Sîdra di tabloyên xwe de têkoşîna jinan nîşan dide.

‘Di tabloyên xwe de têkoşîna jinan nîşan didim’
‘Di tabloyên xwe de têkoşîna jinan nîşan didim’
‘Di tabloyên xwe de têkoşîna jinan nîşan didim’
‘Di tabloyên xwe de têkoşîna jinan nîşan didim’
‘Di tabloyên xwe de têkoşîna jinan nîşan didim’
‘Di tabloyên xwe de têkoşîna jinan nîşan didim’
‘Di tabloyên xwe de têkoşîna jinan nîşan didim’
‘Di tabloyên xwe de têkoşîna jinan nîşan didim’
‘Di tabloyên xwe de têkoşîna jinan nîşan didim’
1 îlon, 2025   05:35
HESEKÊ
CAN ILÊWÎ

Hunermenda ciwan Sîdra Sadûn Xelîl bi resim û xêzên xwe isbat kir ku resim ne tenê behremeniyek e, lê enerjiyek e ku kesayeta afirîner nîşan dide û asoyên paşerojê li pêş wê vedikin. 

Sîdraya ciwan ji gundê Melek ê bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê ye. Di nava malbateke ji 3 keç û kurekî de zaroka navîn e. Niha di beşê endazyariya mîmariya jîngehî ya zanîngeha Rojava de dixwîne.

HEWASA ZAROKATIYÊ Û DESTPÊKA RÊ

Sîdra ji zarokatiya xwe ve û dema di dibistana seretayî de bû, gavên xwe yên destpêkê avêtin. Wê demê behremaniya xwe dibîne. Bi hestê rast ê zarokatiya xwe tiştan dibîne û li ser lênûsa xwe xêz dike. Mamoste û şagirtên dibistanê ji resmên wê hez dikin.  Niha jî xebatên xwe yên resim li malê bi rengên xwezayê pêk tîne.

NÎŞANDANA ÊŞ Û TÊKOŞÎNA JINAN DI CIVAKÊ DE

Sîdra resmên xwe bi pênûsên rengan ên text xêz dike. 11 tabloyên li ser berxwedana jinan, xweza û çanda Kurdî xêz kirine. Li kêleka wan tebloyek serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ vedibêje, xêz kiriye. Wêneyê jina Kurd Jîna Emînî çêkiriye. Li kêleka wê jî wêneyekî şehîda pêşenga jin a Şoreşa Rojava Salîhe Erebo xêz kiriye.

Sîdra, li ser hest û hezkirina xwe ji resim re axivî û ev tişt anî ziman: “Ji bo diyarkirin û balkişandina tundiya li ser jinan, di heman demê de ji bo nîşandana têkoşîn û berxwedana jinan a domdar, ez di resmên xwe de jinan xêz dikim.”

Sîdra behsa yek ji resmên xwe yên gelekî bandor lê kiriye, dike û dibêje wê resmê gerîlayeke jin a di nava koma Aştî û Civaka Demokratîk de çêkiriye. Resmê merasîma çekşewitandinê û gerîla çêkiriye. Sîdra li ser wê wêneyê ev titş anî ziman: “Dema wêneya gerîlaya ku, di merasîma çek şewitandinê de çeka xwe dişewitîne, di malperên medeya dijîtal de zêde belav bû, ez pê bandor bûm. Min wêneya wê weke nîşaneya aştiya wê dîmenê çêkir."

Sîdra Sadûn Xelîl a bi resmên xwe yên berdewam hewl dide hîn zêdetir fêr bibe û di astên bilind de pêş bikeve got: “Bi sebir, têkoşîna berdewam û biryardarê mirov dikare armancên xwe pêk bîne. Bi taybet di behremenî û hezkirinên xwe de ev zêde pêkan in.”

(dc)

ANHA