Hemasê piştî êrişa Îsraîlê daxuyanî da

Tevgera Hemasê bi daxuyaniyeke fermî êrişa Îsraîlê ya li dijî Dohayê şermezar kir û bi “sûcekî giştî” li dijî danûstandinan wesifand. Hemasê, êriş bi ragihandina şer ji aliyê Îsraîlê ve navand.

Hemasê piştî êrişa Îsraîlê daxuyanî da
11 îlon, 2025   20:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Hemasê cara yekemîn piştî êrişê, bi daxuyaniyeke fermî êrişa li dijî nivîsgeha wê ya li paytexta Qeter Dohayê şermezar kir. Di daxuyaniya ku rêveberê Hemasê Fewzî Berhûm daye de, tevgerê êrişa Hemasê bi “sûcekî giştî” wesifand û hate gotin: “Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu û hikumeta wî, tevahî qanûn û pîvanên navneteweyî binpê kirin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev êriş wekî ragihandina şer ji aliyê Îsraîlê ve li dijî herêmê tê dîtin û wiha hat gotin: "Êrişa Îsraîlê ya li Qeterê li ewlehiya herêmî gef e. Hewldana têkçûyî ya Îsraîlê ya hedefgirtina şandeya Hemasê serkeftina wê ya sexte nîşan dide. Lê belê Îsraîl nikare bandorê li helwestên tevgera me bike."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku “Îsraîl hewl dide navberkariya Qeterî û Misrî ji bo agirbestê têk bibe û Netanyahu û hikumeta wî berpirsên têkoşîna danûstandinan e.”

(mh/şx)