QSD’ê agahiyên têkildarî hevdîtina bi Tirkiyeyê re derewandin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê agahiyên raporeke çapemeniyê yên li ser hevdîtina Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî bi rayedarên Tirkiyê re derewandin.

QSD’ê agahiyên têkildarî hevdîtina bi Tirkiyeyê re derewandin
31 gulan, 2025   20:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser hesabên xwe yên fermî yên medyaya civakî belav kir ku, di raporek Al Monitor de hin agahiyên nerast hatine parvekirin, ku "çavkaniyên herêmî" ji malperê re gotine wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê yan jî serokê Îstîxbarta Tirkiyeyê pêşniyar kiriye, ku hevdîtinekê bi Fermandarê Giştî yê QSD’ê re pêk bîne.

Navendê got, "Em teqez dikin ku ev agahî ne rast in, û fermandariya hêzên me yan jî tu şandeyeke temsîla Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike ku hevdîtinan bi Şamê re bike, tu agahiyên wiha yên li ser hevdîtina bi aliyê Tirkiyeyê re wernegirtine."

(fr)