Helîkoptereke artêşa Îsraîlê ket: 2 mirî, 7 birîndar

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê li Refehê ketiye. Di encamê de 2 leşker mirin û 7 jî birîndar bûn.

Helîkoptereke artêşa Îsraîlê ket: 2 mirî, 7 birîndar
11 îlon, 2024   12:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avigay Adaraee diyar kir ku ku duh bi şev helîkoptereke wan a Yinchov ketiye xwarê.

Adaraee daxuyand ku helîkoptera artêşê dema leşkerekî birîndar dibir nexweşxaneyê, li herêma Refetê ku jê rabibû, ket.

Wezîrê parastinê yê Îsraîlê jî diyar kir ku di encam ketina helîkopterekê de 2 leşker mirine û 7 jî birîndar bûne.

Avigay Adaraee got di lêkolînên destpêkê de aşkera bû ku "ketina helîkopterê ne ji ber êrişa dijmin e". Her wiha got lêkolîn dewam dike.