Dayikên Aştiyê hedefgirtina jinan şermezar kir

Dayikên Aştiyê hedefgirtina domdar a jinan û zarokan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, şermezar kir û bang li her kesî kir ku li dijî dagirkeriyê û sûcên wê dakevin qadan.

Dayikên Aştiyê hedefgirtina jinan şermezar kir
11 îlon, 2024   12:42
ŞEHBA

Dewleta Tirk a dagirker duh malek li Kampa Rustem Cûdî (Mexmûrê) bombebaran kir û di encamê de 3 jin birîndar bûn. Rewşa yek ji wan giran e.

Li ser vê êrişê, Dayikên Aştiyê li Kantona Efrîn û Şehbayê daxuyaniyek da û êrişa dewleta Tirk a li dijî jinan şermezar kir.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Selwa Hesen û endama meclisê Sîdra Hemû daxuyanî li Kampa Berxwedan a li bajarokê Fafînê xwend.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker sûcên li dijî jinan û yên li dijî mirovahiyê didomîne û behsa qetilkirina zaroka bi navê Narîn Guran a 8 salî hate kirin.

Di daxuyaniyê de bang li azadîxwazan û jinan hate kirin ku li hember van sûcên domdar ên li dijî jinan dakevin qadan û serî hildin. Her wiha bang li civata navneteweyî hate kirin ku li hember sûcên li dijî jinan û zarokan helwesteke cidî nîşan bidin.

(şx)

ANHA