Di qezaya trafîkê de kesek mir û 22 jî birîndar bûn

Li Humisê otobusek qelibî. Di encamê de kesek mir û 22 kes jî birîndar bûn.

Di qezaya trafîkê de kesek mir û 22 jî birîndar bûn
11 îlon, 2024   13:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bakurê bajarê Humisê yê Sûriyeyê otobuseke rêwiyan qelibî û di encamê de kesek mir û 22 kesên din birîndar bûn.

Hate zanîn ku otobus ku diçû Hemayê, li nêzî Çerxerêya El Dar El Kebîr qeza kirie.

Hate diyarkirin ku ji birîndaran rewşa hinekan giran e.

(bb)