helbesta Rêber Abdullah Ocalan ya ji bo zarokan bû klîba anîmasyonê

Kolektîfa Hunera Azad a Ewropayê ji bo helbesta "Ji Hemû Zarokan re" ku ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve ji bo zarokan hatiye nivîsandin klîbek anîmasyonê amade kir.

helbesta Rêber Abdullah Ocalan ya ji bo zarokan bû klîba anîmasyonê
25 tîrmeh, 2025   20:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Kolektîfa Hunera Azad a Ewropayê helbesteke ku ji hêla Rêber Abdullah Ocanan  ve ji bo zarokan hatiye nivîsandin weke berhemeke dîtbarî û guhdarî hat amadekirin. Helbesta bi navê "Ji Hemû Zarokan re" wekî klîba anîmasyonê hat amadekirin û bi raya giştî re hate parvekirin.

Hunermend Zîlan Dersim helbest xwend, muzîk û aranje jî Murat Yapiştiran û Serhat Hulaku kirine. Anîmasyon ji hêla Çekdar Farqîn ve hatiye amadekirin.

Berhema hunerî bi piştgiriya Kolektîfa Hunera Azad a Ewropayê ve hat çêkirin. Klîb cara yekem li ser Med Muzik TV û kanala YouTube ya kolektîfê hat parvekirin.

Armanca vê xebatê ew e ku bi rêya hunerê peyaman bigihîne zarokan û berhemên edebî yên ku ji hêla Rêber Apo ve hatine nivîsandin jî bigihînin her derê.

Klîba anîmasyonê dikarin li ser vê lînkê temaşe bikin:
https://youtu.be/-NV0nzFetuc?si=KR4fUZ2dY-FNM0Xq