Komîsyona li Meclîsê pêk were, wê ji 51 kesî pêk bê

Serokê Meclîsa Tirkiye Nûman Kurtulmûş yê ji bo têkildarî avakirina komîsyona li Meclîsê ji bo komên partiya nivîsek şand, ragihand bê ka wê ji her partiyeke çend kes cihê xwe di komîsyonê de bigire.

Komîsyona li Meclîsê pêk were, wê ji 51 kesî pêk bê
25 tîrmeh, 2025   20:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî avakirina komîsyona li Melclisê ya di çarçvoveya Pêngava Aştî û Civaka Demokratîk de Serokê Meclîsa Tirkiye Nûman Kurtulmuş ji bo komên partiyên siyasî nivîsek şand.

Kurtulmuş di nivîsa şandî de, ji komîsyona ku wê ji 51 kesî li Meclîsê pêk were ragihand ku ji AKP’ê 21, CHP 10, DEM Partî 4, MHP 4, Yenî Yol 3 parlementer cih bigirin.

Her wiha wê ji HUD PAR, Yenîden Refah, Partiya Karkeran a Tirkiye (TÎP), Emek Partîsî (EMEP), Partiya Çep a Demokratîk (DSP) û Partiya Demokrat (DP) yek parlementer tevlî komîsyonê bibin.

Hate ragihandin ku herî direng 31’ê Tîrmehê divê partî navên endamên tevlî komîsyonê bibin radestî serokatiya Meclîsê bike.