Wezîrê Karên Derve yê Fransayê bi Mezlûm Ebdî re civiya

Wezîrê Fransayê yê ji bo Ewropa û Karên Derve Jean-Noel Barrot piştî hevdîtin bi Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê û nûnerê taybet yê Amerîkayê bo Sûriyeyê, bi fermandarê gitşî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî re civiya.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê bi Mezlûm Ebdî re civiya
25 tîrmeh, 2025   20:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Fransayê bi daxiyaniyekê eşkere kir ku ev civîn di çarçoveya amadekariyên hevdîtin di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û nûnerên Hikmûmeta Veguhêz a Sûriyeyê de, pêk hat. Wezaretê da zanîn ku dê her du alî bi serpereştiya Fransa û Amerîkayê awayên pêkanîna rêkeftina 10`ê Adarê gotûbêj bikin.

Wezîrê Fransayê tekez kir ku welatê wî alîgirê çareseriya siyasî li Sûriyeyê ye ku bibe egera avakirina Sûriyeyeke yekgirtî û misogerkirina beşdariya xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Her wiha tekez kir ku divê mafên Kurdan werin parastin.

(k)