Dayikên şehîdên YPJ`ê: Em ê piştgiriya YPJ’ê bidomînin

Dayikên şehîdên YPJ`ê destnîşan kir ku YPJ`ê parastina Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, divê serxwebûna wê bê parastin û piştgiriya wê bê kirin.

Dayikên şehîdên YPJ`ê: Em ê piştgiriya YPJ’ê bidomînin
8 tîrmeh, 2026   03:30
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Der barê girîngiya parastina YPJ`ê û domandina rola wê de dayikên şehîdan ên li bajarê Qamişloyê ji ajansa me re axivîn.

Dayika şervana YPJ‘ê Zîlan a ku di oxira parastina Êzidiyan de li Şengalê şehîd bûye, Behiya Sebrî got: “Di Şoreşa Rojava de me gelek ked da. Çeteyan êrişî me kir, lê ciwanên me ji bo xizmeta şoreşê gavek bi paş ve navêt, ew ji komên biçûk ên bêçek dest pê kirin û bi vê helwestê li ber xwe da.”

Behiya Sebrî da zanîn ku keça wê ji dema derketina şoreşê heta damezrandina YPJ`ê û avabûna tabûrên wê li deverên cuda û dengvedana wê li cîhanê têkoşînê kir û wiha li axaftina xwe zêde kir: “YPJ‘ê li dijî dijminê ku dixwest gel tune bike, şer kir. Ewldanên vî gel canê xwe ji bo parastina civaka xwe feda kir. Ne tenê li Rojava, di heman demê li Şengalê jî jin û hemû pêkhate parastin. Li Reqayê jî rol lîst û li hember DAIŞ`ê şer kir.”

Behiya Sebrî ev daxwaz kir: “Banga me ew e ku YPJ bimîne û statuya xwe ya di nava artêşa Sûriyeyê biparêze. YPJ‘ê berhemê keda keçên me ne, em ê wê biparêzin û ji hemûyan dixwazin ku piştgiriyê bidinê.”

Dayika Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) Nesrîn a ku li bajarê Minbicê şehîd bûye, Yusra Mihemed Şerîf jî got: “Heta ku dawiya jiyanê em ê li ser şopa şehîdên xwe bimeşin û em dest ji têkoşîna xwe bernadin. Di demekê de ku cîhan nikarîbû li hemberî DAIŞ`ê rabe, YPJ`ê DAIŞ`ê şikand.”

Yusra Mihemed Şerîf got: “Cîhan bi giştî berxwedana şervanên YPJ‘ê ya li Bendava Tişrînê dît. Her wiha çalakiya Arîn Mîrkan û Avesta, Şehîd Denîz a li Şêxmeqsûdê dît. Tişta ku bi cenazeya Şehîd Deniz hat kirin di hemû bawerî û olan de nayê qebûlkirin.”

Yusra Mihemed Şerîf da zanîn ku ew dest ji soza ku wan bi xwîna şehîdan re daye bernadin, ew ê ji pey daxwaza pêkanîna armancên ku zarokên wan ji bo wê şehîdan bûne bin û wiha got: “Em ê asta têkoşîna xwe bilind bikin.”

(sb)

ANHA