Macron: Fransa difikire ku bi hêzên taybet piştgiriya Sûriyeyê bike

Serokê Fransayê Emmanuel Macron got ku welatê wî hevkariya xwe bi Sûriyeyê re ji nû ve ava dike, her wiha dibe ku piştgiriya hêzên taybet ji bo şerê li dijî DAIŞ û "terorîzmê" peyda bike.

Macron: Fransa difikire ku bi hêzên taybet piştgiriya Sûriyeyê bike
7 tîrmeh, 2026   19:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Feransayê Emmanual Macron îro diyar kir ku Fransa li ser ji nû ve ava kirina hevkariya xwe ya ewlehî û leşkerî bi Sûriyeyê re dixebite, di nav de îhtîmala ku piştgiriya hêzên taybet ji bo şerê li dijî DAIŞ û komên " terorîzmê" peyda bike.

Di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de bi serokê hikûmeta demkî, Ehmed El Şaraa re li Şamê, Macron diyar kir ku Fransa ji bo piştgirya têkoşîna li dijî "terorîzmê" li herêmê dike û amade ye ku di çarçoveya hevkariya nû ya ku niha tê gotûbêjkirin, bi rêya hêzên xwe yên taybet piştgiriyê peyda bike.

Macron diyar kir ku "Parîsê hewl dide şêweya hevkariya ewlehî û leşkerî bi Sûriyeyê re bi awayekî pêş bixe ku xizmeta hewldanên têkoşîna li dijî rêxistinên tundrew bike."

(k)

ANHA