Hejmara qurbaniyên sûriyeyî li Lubnanê bû 45

Hejmara penaberên sûriyeyî yên di êrişa Îsraîlê li dijî başûrê Lubnanê de hatine qetilkirin bû 45 sûriyeyî.

Hejmara qurbaniyên sûriyeyî li Lubnanê bû 45
24 îlon, 2024   17:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di 24 saetên dawîn de hejmara penaberên sûriyeyî yên di encama êrişên Îsraîlê yên li başûrê Lubnanê de hatine qetilkirin bû 45 sûriyeyî.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandibû ku ew ji bo hêsankirina vegera penaberên Sûriyeyê yên li Lubnanê amade ye alîkariyan pêşkêş bike û di heman demê de bang li hikumeta Şamê kir ku derbasbûna penaberan hêsan bike û êşên wan di ber çavan re derbas bike.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser li Lubnanê komîteyek ji bo şopandina kar û barên penaberên sûriyeyî ava kir. Erka komîteyê piştgiriyê bide penaberên ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

(fr)